Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 23ê Mijdarê 2020 DUŞEM,
Li Brûkselê saet 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&-Komîteya Navendî ya PKK’ê, bi rasthatina 43emîn salvegera PKKê de, bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî pêngava berxwedanê ya ‘Dema Azadiyê’ bibin û berxwedana antîfaşîst li her qadê belav bikin, mezin bikin.

&- Li Heftanînê di encama çalakiyên gerîlla de, leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin.

&- Li 4 gundên navçeyên Mêrdînê, Midyat û Kerboranê derketina derve hate qedexekirin.

&- PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran ve şande bajarokê Qesrê û Hacî Umeranê.

&- KJAR’ê bi boneya 25’ê Mijdarê bang li hemû jinên cîhan û Rojhilatê Kurdistanê kir da ku li dijî aqilê zilamsalarî û êrişên ser jinan hev bigrin û têkoşînê mezin bikin.