Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 24ê Sibatê, 2021ê, ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li Parîs, Marsîlya ya Fransa, Bajarê Ştûtgart, Frankfûrt û Dûsseldorfê jî çalakiya nobetê di roja xwe ya 3emîn de berdewam dikin.

&- Bi dehan kesayetên ji Başûrê Kurdistanê nameyek ji Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson re şandin û daxwaz kirin ku PKKe ji lîsteya tewrorê were derxistin.

&- Komîteya “ji Zeyneb Celaliyan re Azadî” di 14’emîn salvegera girtina siyasetmedara kurd Zeyneb Celaliyan de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

&- PDK Kurdekê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk hatibû Başûrê Kurdistanê, radestî Tirkiyê kir.