Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25’ê TÎRMEH 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, pêr, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Endamê Komîteya Rêvebir ya PKK’ê Xalîde Engîzek, diyar kir ku li Xakûrkê dîrok tê nivîsandin.
&- Hevseroka Konseya Rêveber ya KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku dijminatiya li dijî Kurdan wê dawî li dewleta Tirk bîne.
&- Li Amedê li dijî navendeke polîsan bi bombeya destan çalakî hate pêkanîn, 4 kes birîndar bûn.
&- Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan got; Dewleta Tirk heta ku ji hin hêzên Başûrê destek negire nikare li Qendîlê êrişan pêk bîne.
&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, doh jî, derdora gundên herêma Berwariyiyan û qada Kûrtekê bombarduman kirin.
&- Waliyê Tirk yê li Bedlîsê, li 15 gund û bajarokan qedexeya derketina derve ragihand.
&- Saziya Îstixbara Tirk MÎT di nava hewldana sûîkastên li dijî pêşeng û rêveberên şoreşa Rojava de ne.