Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28’ê HEZÎRANÊ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, doh serî li Serodgzeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku îro biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Balafirên şer yên Dewleta Tirk ya dagirker, doh, li Çiyayê Kûrtekê yê Qendîlê, sivîl bombarduman kirin, 4 kes kuştin, 4 kes jî birîndar kirin.
&- Navenda Ragihandina HPGê, 5 Gerîllayên ku li Amedê şehîd bûne, bi bîr anî.
&- Hêzên Artêşa Tirk li navçeya Amed Liceyê operasyon da dest pê kirin. &- Li Dersimê jî 30 herêm hatin qedexekirin
&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku, Pengava Şoreşgerî ya Eyaleta Serhedê bi serketî dewam dike.
&- Li navçeya Şirnex Cizîrê, polîsên Tirk, doh avêtin ser malan û 8 kes destgîrkirin.
&- Ofîsa Cinevê ya Neteweyên Yekbûyî, têkildarî Rojava konferansek pêkanî.
&- Artêşa Tirk ya dagirker, ku li Xakûrkê encam bidestnexist, li hemberî berxwedana dîrokî ya Gerilla û dijberiya gel, kete nava têkçûnek mezin, berê xwe daye herêmên din yên Başûrê Kurdistanê.