Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 119’mîn.
Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 8ê Mijdarê de, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.
Berxwedana dîrokî ya Leyla Guven, di roja 119’mîn de dewam dike.
Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 106 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Rewşa berxwedêran her diçe xerab dibe, bi taybet rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz di asteke metirsî de ye. Berxwedêr dibêjin, heya ku tecrîda li ser Rêber Ocalan neyê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Li bajarê Fransa Strasbourgê jî, çalakiya greva birçîbûna 14 çalakgeran, di roja 80’mîn de dewam dike.
Li Brîtanya bajarê Newportê, Îlhan Şîş, çalekiya greva birçîbûnê, di roja 80’mîn de didomîne.
Doktorên hemû berxwedêran dibêjin, rewşa berxwedêran gelekî giran bûye û gelek kilo dane.
&- Hevseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak jî, 51 roj in, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Li Kanada bajarê Toronto Yusuf Iba , li Almanya bajarê Duisburgê jî Mûstafa Tuzak 53 roj in,
Li bajarê Hollanda Den Hagê Huseyin Yildiz 47, Hasbî Çakici jî 46 roj in,
Li Başûrê Kurdistanê Mexmûrê Fadile Tok jî 46 roj in,
Li bajarê Almanya Nûrbergê Şiyar Xelîl 41 roj in,
Li paytexta Avûstûrya Vienê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît 33 roj in,
Li bajarê Almanya Kasselê Omer Bağdur û Cemal Kobanê 31 roj in,
Li Swisre, Cenevê Mehmet Alî Koçak, 14 roj in,
Li Başûrê Kurdistanê, herêma Germiyan Kelarê, Herêm Mehmûd 11 roj in di greva birçîbûna bêdem û bê dorveger de ne.
Li 67 zindanên dewleta Tirk 331 girtiyên azadiyê jî, di greva berxwedana birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Koma pêşî, ya 35 girtiyên azadiyê, 80 roj in, koma duyemîn ya 10 girtiyan jî 79 roj in,
Ji 1’ê Adarê şûnda jî, 6 roj in, tevahiya girtiyên azadiyê, li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di greva birçîbûna bê dem û bê dorveger de ne.
Greva birçîbûna bi dorveger, li Başûrê Kurdistanê jî dewam dike,
Gel, bi komên cûda, li Hewlêrê 106 roj in, Li Silêmaniyê 82 roj in, li Mexmurê 81 roj in, li Şingalê jî 59 roj in greva birçîbûnê dewam dikin.