Hejmarek ji rêxistinên ciwanan li herêmên Bakurê Sûriyeyê tev li çalakiyên konvedanê li deriyê Sêmalka li ser sînorê di nav bera Rojava û başûrê kurdistanê de bûn. Çalakî di 24’ê Tîrmeha borî de, piştî ku hikumeta federal a başûrê Kurdistanê destûr neda ku şandeyên ciwanan derbasî başûr bibin û tev li ciwanên Başûr bibin û li hemberî destwerdana artêşa tirk li ser herêmên başûrê Kurdistanê, bisekinin.
Çalakiya ciwanan piştî ku rêxistinên ciwanan biryara piştgiriya ciwanên Başûr ên ku wek mertalên zindî li dijî destwerdana êrîşa dewleta tirk li ser Başûr û Qendîl derketin, di çarçoveya pêngava ‘Serî hilde’ de dest pê kir.
Hikumeta Başûr bi serkêşiya PDK’ê destûr neda ku şandeyên ciwanan derbasî Başûr bibin. Ji ber wê ciwanan biryara çalakiyên konvedanê li ber deriyê Sêmalka da û kirinên PDK’ê şermezar kirin.
Li ser wê konê çalakiyê hat vedan û ciwan bi awayekî asayî her du rojan nobetdariyê çalakiyê dikin. Di her nobetdariyekê de endamên yekitî û rêxistinên ciwanan ên herêmekê ji herêmên Bakurê Sûriyeyê beşdar dibin. Çalakiyên cur bi cur pêk tên û şandeyên serdana çalakiya konvedanê dikin, tên pêşwazîkirin.
Endamê rêveber a Yekitiya Ciwanên Rojava Qehreman Hebûn diyar kir ku di nav çalakiyên konvedanê de projeyeke kar a rojane tê dayîn. Rojane şande tên pêşwazîkirin û her wiha gelek semîner û panelên çandî tên dayîn.
Şandeyên gelêrî, civakî û siyasî serdana çalakiya konvedanê dikin
Her wiha Hebûn tekez kir ku rojane gelek şandeyên gelêrî û civakî ku ji nûner û endamên meclisên navçe û herêman pêk tên û her wiha tevî wan jî nûnerên partiyên siyasî, meclisên malbatên şehîdan, hêzên parastina civakê û Kongreya Star serdana çalakiya konvedanê dikin.
Hebûn wiha li gotinên xwe zêde kir: “Serdanên şandeyan, morala çalakvanan bilind dike û her wiha israra me ji bo bilindkirina têkoşînê, berdewamkirina çalakiyê heta armancên wê bigihînin serî û em derbasî Başûr bibin û tev li ciwanên Başûr bibin û li dijî dagirkeriya tirk bisekinin, zêde dike”.
Hebûn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêngava ‘Serî Hilde’ piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeria tirk û koçberkirina sivîlan û guhertina demografyaya wê û bicihkirina tirkmen û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li malên welatiyên Efrînê, wan çalakiyên xwe zêde kirin.
Heta armanc bigihîjin serî çalakî berdewam e
Hebûn diyar kir ku çalakiya konvedanê, hindî ku PDK’ê destûr nade ku ciwan derbasî Başûr bibin û rexmî germahiya zêde, lê ciwan bi moraleke bilind di çalakiyên xwe de berdewam in.
Li ser armancên çalakiyê Hebûn wiha got: “Armanca me ew e ku em ji cîhanê re û ji gelê kurd re kirinên neexlaqî yên dagirkera tirk der heqê sivîlan de û her wiha xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dagirkera tirk re ku çawa nahêle ciwan derbasî başûr bibin, xuya bikin û çalakiya me heye û heta noqteyek xwin di laşê me de heye em ji pêngava ‘Serî hilde’ gav şûnde naavêjin.”
Rêxistinên ku tev li pêngavê bûne
Têkildarî rêxistinên ku tev li pêgavê bûne, endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Rojava Qehreman Hebûn navên rêxistinan wiha rêz kir: Yekitiya Rojava, Ciwanên PYD’ê, Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên MSD’ê, Yekitiya Xwendekarên Demokratîk, Ciwanên Tirkmen, Ciwanên Ereb û Ciwanên Enternasyonalîst.
Di dawiya axaftina xwe de Hebûn bang li hemû ciwanên şoreşger li Bakurê Sûriyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî pergalên faşîst û yên Kurdistanê dagir dikin, bisekinin û sînorên çêkirî di navbera Kurdistanê de rakin û tola şehîdan hilînin, xewn û hêviyên gel û şehîdan pêk bînin.
Çavkanî: Ajansa ANHA