Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Navçeya Akdenîzê Emîne Şîlan Yuksekkaya got, “Em ê rengê jinê, çand û hunerê bidin Şaredariya Akdenîzê. Ez bi gelê xwe, gelê me jî bi me piştrast e. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin.”

Li navçeya Akdenîz a Mersînê ku di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014’an de HDP bi rêjeyeke bilind bi ser ketibû, karên ji bo hilbijartinê didomin. Şaredariya navçeyê berî 3 salan bi destê qeyûm hate desteserkirin. Vê yekê li nava gel û partiyan rê li ber nerazîbûnê vekir. Namzeta HDP’ê ya ji bo Hevşaredariya Akdenîzê Emîne Şîlan Yuksekkaya diyar kir, wê şaredariyê ji nû ve qezenç bikin û bi gel re pirsgirêkan çareser bikin.

Yuksekkaya li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bû û bi nasnameya xwe ya hunermendiyê di nava gel de bêhtir tê naskirin. Yuksekkaya ku yek ji endama Koma Azad bû, di nava 25 salên hunera xwe de 3 albûm derxist. Dayika 2 zarokan Yuksekkaya li nava Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi karê xwe yê hunerê kir û gihand asta heyî.

Yuksekkaya diyar kir, ji bo zimanê xwe nas bike, xwedî li çanda xwe derkeve û li dijî asîmîlasyonê derkeve ew ketiye nava hewldaneke bi vî rengî û got, “Mirov piştî qedandina dibistnaê dikevin nava lêgerînekê. Di emrê ciwantiyê de gelek rê derdikevin pêşiya mirovan, lê min xwe li qada hunerê xwe bi pêş bixînim.”

Yuksekkaya got, ji bo rengê hunerê û jinê jinûve bide Akdenîzê ew bûye namzet û diyar kir, “HDP ji bo min partiyeke pir ziman, pir çand û pir reng e. Ez jî xwe herî zêde dikarim di nava vê partiyê de bi hêsanî bînim ziman. Beriya her tiştî HDP partiyeke jinê ye.”

Yuksekkaya destnîşan kir ku ew bi daxwazên jin, ciwanan û gel bi temamî baş zanin, lewma wê hewl bidin bi rengê herî xurt xizmetê ji gel re bikin û got, “Li qada xwecihî em ê bi gelê xwe re li hev bicivin û pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Pirsgirêk çi dibe bila bibe em ê bi mûxatabên wan re tespît bikin û çareser bikin. Saziyên me yên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin em ê hemûyan vekin û yên nû li wan zêde bikin. Em ê pêşengiyê ji gelê xwe re bikin ku mafên xwe bi dest bixin. Em bi gelê xwe, gelê me jî bi me piştrast e. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin.”