Li bajarên Bern, Olten, Bellinzona û Locarno yên Swîsreyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê, Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştgiriya bi Mafên Mirovan re (ÎHDD) ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî pêk hat û Mîne Çetînkaya bi navê ÎHD’ê axivî. Çetînkaya got, “Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê gelekî watedar û girîng in. Lewma em dibêjin, bila dawî li tecrîdê bê û mirov nemirin.”

OLTEN

Li bajarokê Oltenê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek li dar xistin û tecrîd şermrezar kirin. Di çalakiyê de pankartek bi nivîsa “Aktîvîstên Kurd li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne” û wêneyên berxwedêrên çalakiyên fedayî kirin hatin hildan. Di çalakiyê de li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û belavkirin.

LI KANTONA TICINOYÊ ÇALAKIYA ‘KOR-KER-LAL’

Li kantona Ticino ya ku bi zimanê Îtalyanî diaxive, li bajarên Bellinzona û Locarnayê bi çalakiya ‘ker-kor-lal’ işaret bi bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê hate kirin.