Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de işaret bi tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê hate kirin.

Rêxistin û saziyên civakî yên sivîl ên Swîsreyî û koçberan, 1’ê Gulanê li bajarê Luzernê pîroz kirin. Endamên Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Luzernê (CDK-Luzern) jî ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û asta krîtîk a grevên birçîbûnê, tevlî çalakiya 1’ê Gulanê bûn.

Bi vê armancê, bi sedan kesên li Altestadtê li hev civiyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê dawî li tecrîdê bê anîn” posterên Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Di meşê de li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin.

Meş piştî mîtîngê bi dawî bû.