Muzeyyen Palabiyik ku bi navê ‘Sosyalîst Şîlan’ dihate naskirin, li Dortmundê hate bibîranîn.
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, Muzeyyen Palabiyik ku bi navê ‘Sosyalîst Şîlan’ dihate naskirin, di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rozerîn ve hate lidarxistin û qala kesayetiya Palabiyik hate kirin. Ji Saziya Malbatên Şehîdan û hevrêya wê Şengê Kahraman, aktîvîstên TJK-E’yê, hevrêyên wê li civînê axivîn. Bi navê malbata Aksû ku demeke dirêj weke malbata wê bû, Mûstafa Aksû axivî.
Qisekeran qala fedakarî û samîmiyeta Palabiyik kirin û diyar kirin, ku kesayeteke bi mînak bû.
Di civîna bîranînê de helbest hatin xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.
