Li ser daxwazên dûbare yên DYA‘yê Tirkiyê fikra wergirtina “S 400” bi paş de dixîne. Dihat payîn ku Tirkiyê di meha Tîrmehê de pergala S 400 werbigire.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî pê bawer, Tirkiyê difikire ku dê karibe pergala moşekên S 400 Rûsyeyê werbigire ya ne. Dihat payîn Tirkiyê di meha Tîrmhê de wergirtibe ya ne, DYA‘yê gelek caran ji Tirkiyê xwest di navbera pergala Sûriyê û balafirên Amerîkayê F 35  de ku Enqere dixwaze 100 jê bigire, yekê hilbijêr.

DYA‘yê di destpêka meha Nîsanê de wergirtina alavên erdî yên şixulandina balafirên F 35 a ji bo peywendiyên rasteqîn bi pergala leşkerî ya NATO‘yê re  taloq kiribû.

DYA‘yê ji bikaranîna S 400 bi fikar e ku hemû detayên girêdayî sîstema leşkerî ya NATO‘yê kom bike, bi fikar e.

Beriya niha Sekretêrê giştî yê NATO‘yê Jens Stoltenberg hişyariya encamên planên Tirkiyê yên belavkirina pergala S 400 a Rûsyayê dabû. Di heman demê de Washingoton jî diyar kir kiribû ku eger Tirkiyê vê pergalê bi kar bîne dê cezayan lê ferz bike.