Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir, pêdivî bi rêxistiniyeke wiha heye ku welêt biguherîne û bang li hêzên demokrasiyê kir ku tifaqê deynin.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî li Konferansa Herêmê ya Çukurovayê ku ji hêla HDP’ê ve hatibû organîzekirin, axivî.
”DEMA RÊXISTINIYA DEMOKRASIYA RADÎKAL E”
Temellî li konferansê axivî, got, ”Dema wê rêxistiniyê ye ku Tirkiyê biguherîne. Dema wê ye pirsa ”divê çi were kirin” were bersivandin.” Temellî her wiha got, fikra HDP’ê, HDK’ê heye, ev fikir pir xurt e, pir xwedî îdîa ye, ji vê fikrê re ”demokrasiyê radîkal” got û diyar kir, ”niha dema rêxistiniya vê fikrê ye”.
SLAV LI OCALAN HATE KIRIN
Temellî bal kişande ser rewşa şer a Rojhilata avîn û got, ”Hem ji bo çareseriya meseleya Kurd, hem ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Rojhialta Navîn û çareseriya pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyê rê vekirî û Rêzdar Ocalan ku referansa vê fikrîyatê ye dixwazim slav bikim.”
‘ŞIKANDINA TECRÎDÊ ŞOPEKE GIRÎNG HIŞT’
Temellî bal kişande ser tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a van 4 salên dawî, got, desthilatên ku mehkûmî neçariyê bûne, nikarin çareseriyê bînin herî pir serî li siyaseta tasfkirinê didin û ev, ”bêsiyasîkirina civakê ye û rêbaza vê jî tecrîd e.” Temellî çalagerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîdê bi bîr xist, pîrozbahî li wan kir, got heke tê xwestin ku siyasetê civakî bikin, civakê siyasî bikin divê hûn astengên li pêş siyasetê rakin. Temellî got asengiya li pêş siyasetê polîtîkaya tecrîdê de ye û domand, ”Şikandina vê helbet girîng bû, biqîmet bû. Ev pêvajo, serdema pêş me, ji hêla siyaseta Tirkiyê, Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê ve şopeke girîng li pey xwe hiştiye.
Meseleeya herî sereke ya Tirkiyê meseleya Kurd e. Heta meseleya Kurd çareser nebe, mirov nikare dawî li vê rewşa bê siyasetbûnê bîne. Ji vê pê ve rêya demokratîkirina Tirkiyê tine.
Li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyê divê em bi eynî îdîayê bin.”
SÛRIYE
Temellî bal kişande ser polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Rojava, Sûriyê û got, ”Dixwazin hişmendiya ku li Efrînê ferz kirine li ser hemû Sûriyê ferz bikin. Lê Sûriye hewceyî aştiyê ye. Ji bo rê li aştiya Sûriyê were vekirin, divê zemîneke hevpar li ser Destûra Demokratîk a Sûriyê were avakirin û mirov keda xwe li vê zêde bike.”
‘DEMA HILBIJARTINAN OPERASYONAN DIKIN’
Temellî bi domdarî bal kişande ser êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Xakûrkê û got, ”Em heman tiştî niha di Tevgera Pençe de jî dibînin. Çi dema ku hilbijartin nêz dibe, hema di cih de tevgerekê didin destpêkirin û bi navên tiroviro, li ser wê, li nav raya giştî xebatên PR’yê dikin.
Sedema Tevgera Pençe hilbijartina Stenbolê ye.”
’31’Ê ADARÊ ME RÊYEKE NÛ JI SIYASETÊ RE VEKIR’
Temellî encamên hilbijartina xwecih a 31’ê Adarê bi bîr xist û got, ” Bi stratejiya ku me danî ji bo demokrasiya Tirkiyê me gaveke girîng avêt. Me rêyeke nû ji siyasetê re vekir.”
‘DEMA TIFAQA DEMOKRASIYÊ YE’
Temellî ji bo hilbijartina Stenbolê jî bang li hêzên demokrasiyê kir û got, ”Ber bi hilbijartina Stenbolê ve banga me bi vê çarçoweyê ye. Werin em li rex hev bin, mil bidin hev. Em têkoşîna demokrasiyê û aştiyê geş bikin. Em encex bi hev re dikarin vê meseleyê çareser bikin. Rêya vê ”Tifaqa Demokrasiyê ye”. Bi çarçoweya vê tifaqê, em bang li hemû hêzên demokrasiyê, muxalefeta civakî, partiyên muxalefetê, rêxistinên civaka sivîl, li idilxwazên demokrasiyê dikin. Niha dema vê ye. Dema vê ye ku ji bo van hemû meseleyan em çareseriyê ava bikin.”
‘PÊDIVIYA TIRKIYÊ BI LEZGÎNÎ BI DESTÛREKE DEMOKRATÎK HEYE’
Temellî metna Mitebeqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan bi bîr xist, got, ”Ev pir zelal e, paqij e. Tirkiyê vedixwîne tiştekî. Digot, ‘Werin destûrê çêbikin”. Vedixwende ser pêvajoya destûra demokratîk” û domand, ”Em niha jî vê dkin. Pêdiviya Tİrkiyê bi lezgînî bi destûreke demokratîk heye.”
‘FÎGEN, SELMA, SEBAHAT, SELAHATTÎN DEMILDEST DIVÊ WERIN BERDAN’
Temellî bal kişande ser siyasetmedarên girtî û got, ”Li girtîgehan siyasetmedar hene .Fîgen hey, Selma, Sebahat heye, Selahattîn heye. Tam 5 hezar HDP’yî hene. Ti sûcê van hevalên me tine. Ev hevalên me, ji bo ku têkoşîna demokrasiyê didan, destilatê ew desteser kirin. Demildest divê azad bibin.”
‘DIVÊ EM GIRINGIYÊ BIDIN XEBATÊN RÊXISTINIYÊ’
Temellî herî dawî got, ”Heke em dixwazin destwerdaneke biryardar bikin, divê em giringiyê bidin xebatên rêxistiniyê ye. Bersiva pirsa ”divê em çi bikin”, ji rêxistina me ya herî biçûk heta navendî, bi hev re divê em biafirînin” û bal kişande ser giringiya xebatên rêxistinî.”