Di çarçoveya ‘Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re’, ku qonaxa duyemîn ya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ye, li payitexta Qibris Lefkoşayê, bernameya şano û xwendinê hate pêkanîn.
Çalaki, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hatin pêkanîn.
Di çalkiyê de Kurdistanî, xelkê Kibrisê, siyasetmedar, parêzer, serokên partiyên siyasî, rojnamevan amade bûn.
Di destpêkê de, koma şanoyê derkete ser dike û pêkanînên li dijî hiquq û kiryarên derî ahlakî yên li dijî gelê Kurd lîstin.
Piştre koma lîstikvanan derketin ser dikê.
Di beşa duyemîn de, sînevîzyona ku wêne û gotinên Rêber Abdullah Ocalan vedigotin hate temaşe kirin.
Çalekî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.