STENBOL – Polîsan avêt ser mala Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn. Di dema avêtina ser malê de Keskîn ne li malê bû, lê polîsan lêgerîn kiriye.  Polîsan avêt ser mala Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn. Di avêtina ser malê de Keskîn ne li malê bû. Polîsan ji diya wê pirsa wê kirine û lêgerîn kirine. Keskîn, anî ziman ku ew li polîsan geriyaye û got: “Ji min re gotin divê tu biçî Şaxa TEM’ê. Min jî got ez ê bêm. Nizanim ji bo çi gazî kirine. Wê sibê zelal bibe.” Parve bike: