Hate ragihandin ku balafirên şer bombe li navçeya Xanesorê ya Şengalê barandine.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer li gorî dema herêmê saet 13’an derdora navçeya Xanesorê bombe kirin.
Tê gotin ku balafirên şer qadên sivîlan bombe kirine. Eşkere nebû ku balafirên bombe barandine yên kîjan welatî ne. Çavkaniyên xwecihî balê dikişînin ser dewleta Tirk a dagirker.
Hate ragihandin ku li herêmê hîn jî balafirên keşfê digerin. Der barê êrîşê hîn agahiyên berfireh nehatin wergirtin.