Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) bûyina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Ciwanên aktivîst ên TCŞ’ê û CJA’yê ji bo bûyina Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan pîroz bikin komî ser hev bûn. Ciwanan nîvrokî li parkeke Schonefeldê baloneke ku postorê Ocalan pê ve daleqanîbû bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berdan ezmên. Êvarkî jî li ser pira Nekolnê pankarteke bi resmê Ocalan daleqandin.
MONCHENGLEDBACH
Ciwanên enternasyonalîst roja bûyinê ya 71’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Maonchengladbachê ya Elmanyayê pîroz kirin, pankarteke mezin a bi nivîsîa ”Free Ocalan” bi avanihekê ve daleqandin. Ciwanên enternasyonalîst bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan.
STUTGART
Li Stûttgartê jî li ber Konsolosxaneya Tirk bi êgir ‘APO’ hate nivîsîn. Ciwanên fîşekên hewayî berdan. Ciwanan her wiha pankarta bi nivîsa ”Bijî Serok Apo” bi pireke li ser rêya otoyê daleqandin. Ciwanên rengên kesk û sor û zer avêtin ser avaniya Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) û polîtîkaya wê ya bi dijberiya Kurdan şermezar kirin. Ciwanan li nav bajêr li gelek deveran nivîs nivîsandin.
OLDENBURG
Ciwanên enternasyonalîst li parkekê bûyina Ocalan pîroz kirin, li naverasta parkê ji êgir stêrikek û resmê Ocalan çêkirin û di navbeyna wan de ‘bijî’ nivîsandin.
Ciwanan alaya KCK’ê, posterê Ocalan, sê jinên Kurd ên şoreşger ku li Fransayê hatibûn şehîdkirin hildan û peyama piştevaniyê ya ji bo Kurdan dan.
