Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29ê NÎSANê 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja, em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, lê di serî de çend sernûçeyên me:

&- Rêberê Apo, bi riya telefonî bi malbata xwe re axivî û banga yekîtiyê kir.

&- Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan, li ser hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û destnîşan kir ku Rêber Ocalan li ser 3 mijarên di rojevê de nirxandin kirine.

&- Komek parlamenterên kevin, Pêşmergeyên Dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û gelê herêma Raperîn, wê îro ber bi Zînî Wertê dest bi meşekê bikin.

&- Pêşmerge Mecîd, diyar kir ku rihê Kerkûk û Kobanê me kêfxweş dike, tiştên li Zînî Wertê dibe jî dilê me diêşîne û bang li Şêx Lahor, Nêçîrvan Barzanî û kak Bafil kir ku guh bidin banga PKK’ê.

&-HDP’ê bal kişande ser rola dîrokî ya Rêber Ocalan a ji bo aştiya civakî û daxwaz kir ku mercên Rêber Apo werin baş kirin ku rola xwe ya pêkanîna aştiyê bilîze.

&- Balafirên şer ên Tirk Geliyê Guhane yê Akrê bombebaran kirin.