Nobedarên vê hefteyê malbatên şehîdan e. Çalakgeran bang li saziyên Ewropayê kirin ku li dijî tecrîdkirina Ocalan bi rola xwe rabin.
Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 422’an de ye. Çalakî îro bi komeke nû dewam kir.
NOBEDARÊN VÊ HEFTEYÊ ENDAMÊN SAZIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN E
Çalakiya ku hefteya derbasbûyî ji aliyê nûnerên saziyên Êzidiyên li Ewropayê ve hate meşandin, vê hefteyê ji aliyê rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve dewr hate girtin. Di nava koma vê hefteyê de Lokman Arslan, Vebiya Oltan, Yildiz Arslan û Selîm Oltan hene.
Bi navê komê LOkman Oltan axivî û diyar kir ku her sal bi navê saziyê ew tevlî çalakiya ji bo azadiya Ocalan dibin. Oltan got, “Rêberê me nûnerê şehîdan e” û diya rkir ku malbatên şehîdan wê azadiya Ocalan biparêzin.
BANGA LI CPT Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
Oltan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih nîne. Oltan got, “Em bang li CPT û saziyên pêwendîdar hemûyan dikin; Êdî bes ji nedîtî ve bên û nirxên xwe binpê nekin. Bi rola xwe rabin. Gelê Kurd her roj neêşînin.”
‘EM Ê TI CARÎ DEST JI AZADIYA WÎ BERNEDIN’
Endamê KOMAW’ê her wiha destnîşan kir ku gelekî girîng e ku gelê Kurd bi rola xwe tevbigere û destnîşan kir ku gelê Kurd bi xwedîderketina li Ocalan dikare azad bibe. Lokman Oltan got, “Azadiya Rêberê me azadiya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Em ê ti carî dest ji azadiya wî bernedin.”