Bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê meşeke li dar xistin û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Meş li gundê Ziyaretê hate lidarxistin. Di meşê de pankartên silavkirina berxwedana Îmraîl hatin hildan û bê navber dirûşmeyên ji Ocalan re azadî û bijî Berxwedana Serdemê dihatin berizkirin.
Meş li qada gundê Xerbikê yê navçeya Şêrawayê veguherî mîtîngê.
Li vir daxuyaniyeke bi navê Kongreya Star ji aliyê Dîldar Îsa ve hate xwendin.
Ocalaln sembola azadiyê ye
Di daxuyaniyê de, hate gotin ku Ocalan ji bo biratiya gelan, mirovahiyê û rizgarkirina gelên bindest têkoşînê dike û hate destnîşankirin ku Ocalan bi fikir û felsefeya xwe bûye semola aşîtiyê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk di kesayeta Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd dike hedef û wiha hate domandin: “Ji ber vê yekê tecrîdeke girankirî li ser rêbertî ferz kiriye, bi navê jinên Sûriyeyê em êrîşên dawî yên li ser Efrînê û tecrîdkirina Rêber Ocalan şermezar dikin.”
Kongreya Star di daxuyaniyê de, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku bila zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Ocalan aşkera bike û tecrîda li ser wê rake.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojbûna Rêber Ocalan ji bo me rêya xelaskirina ji koletiyê û bidestxistina azadî, aştî û demokrasiyê ye, ji ber ku Ocalan nirxên şoreşa demokratîk xêz kir û rêya azadiyê nîşan kir. Ji şer, komkujî, mêtîngerî, zulm û şikandina îradeya gelan û ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na, bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê bikin û soz dikin ku em ji vê xetê gav paş de navêjin, em ê şopdarên xeta Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û Amîta Hacir in.”
Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Ezîma jî axivî û got: “Dijmin dikarî me ji Ocalan dûr bixîne, lê her kes dizane ku em ê bi fikir û felsefeya Ocalan em li derdora wî bibin xelekên agir.”
Mîtîng bi dirûşmeya silavkirina Berxwedana Serdemê û azadiya Ocalan bi dawî bû.