Nûçegihan Hakki Boltan bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî hate destgîrkirin.
Polîsên Tirk saet 05.00’an li Amedê bi ser mala Hakki Boltan de girtin û Boltan destgîr kirin. Boltan birin Midûriyeta Emniyetê.
Nûçegihan Boltan demeke dirêj hevseroktiya Cemiyeta Nûçegihanên Azad kiribû, ku ev cemiyet 29’ê Cotmeha 2016’an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin.