Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9ê Kanûnê 2020 ÇARŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, got, ku malbata Rêber Ocalan û malbatên girtiyên din her hefte bi awayekî bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê belê ji zû de ye hevdîtin nehatina bersivandin.
&- Greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dest pê kirin, koma 3’emîn dewirgirt.
&- Sabrî Ok berxwedana li zindanan jî nirxand û got; çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Rêber Apo gelekî bi wate û pîroz e…
&- Li Şêladizê ji eşîreta Rêkanî ji aliyê PDK ve 10 kes hatin girtin û kesek jî hate birîndar kirin.
&- KNK’ê bang kir û got: Şer xeta sor e; çi dibe bila bibe çareserî diyalog e. Divê ti hêz vê xeta sor derbas nekin.
&- Li ser Eyn Îsayê, QSD, Rûsya û hikumeta Şamê di navbera xwe de lihevkirinek kirin.