Ji bo qirkirina ku rejîma Saddam Huseyîn bi navê “El Anfal” li Başûrê Kurdistanê kir weke qirkirinê li Elmanyayê bê naskirin, Partiya Çep pêşnûme qanûnek da Meclîsa Federal.
Yekîneyên Iraqê yên ser bi rejîma Saddam Huseyîn di 16’ê Adara “1988’an de bi gaza kîmyewî li bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê zêdeyî 5 hezar Kurd qetil kirin. Her wiha ji bo qikirina Kurdan û hindekariya Xiristiyan gelek operasyon kirin. Ev operasyonên ku navê “Al Anfal” lê hate kirin û ji aliyê Wezîrê Parastinê yê wê demê Alî Hassan A-Majîd “Kîmyasal Alî” dihate birêvebirin, di navbera salên 1986-1989’an de hatin kirin.
Di encamê de jin û zarok jî di nav de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, zêdeyî milyonek Kurd ji cih û warê xwe bûn, beşek ji wan li kampên komkirinê hatin bicihkirin. Ji bo ev qirkirin neyê jibîrkirin, Partiya Çep li Meclîsa Federal a Elman kete nava hewldanê. Partiya Çep bi rengekî nivîskî serî li Meclîsê da û pêşnûme qanûnek pêşkêş kir ku Enfala beriya komkujiya Helebçeyê weke qirkirinê bê naskirin.
HEVKARIYA ŞÎRKETÊN ELMAN
Pêşnûme qanûn bi pêşengiya Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer hate amadekirin û tê de hate ragihandin ku di Enfal û komkujiya Helebçeyê de şîrketên Elman jî sûcdar e. Pêşnûme qanûn wê hefteya destpêkê ya meha Adarê li rûniştineke meclîsê bê nîqaşkirin û pêşkêşî dengdanê bê kirin. Sê xalên bingehîn ên pêşnûmeyê wiha ne:
– Sûcên li dijî mirovahiyê ku rejîma Iraqê di dema operasyonên El Enfalê de li dijî Kurdan û hindikahiyên etnîkî-olî kir, di çarçoveya Peymana Pêşîgirtina li Qirkirinê û Cezakirina wê ya Neteweyên Yekbûyî de weke qirkirinê bê naskirin.
– Di hevkariya pêşveçûna bi Iraqê re -ku heta niha têrker nebû- ji bo piştgiriya bi kesên ji qirkirinê bi saxî filitîn û xizmên wan tedbîr bên wergirtin, qadên li Başûrê Kurdistanê yên ji ber qirkirinê zerar dîtin bên sererastkirin û rehabîlîtasyona wê ya aborî û ekolojîk bê kirin.
– Elmanya di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên li Peymana Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî de; lêkolîn bike ku şîrket an jî welatiyên Elman wê demê ji aliyê teknolojîk, laboratûwar, febrîqe û madeyên kîmyewî ve di kîjan astê de piştgirî dan bernameya çeka kîmyewî ya rejîma Iraqê; sûcdaran bixe ber lêpirsînê û tazmînatê bide mexdûran û xizmên wan.
Parlamenter Sommer li ser pêşnûme qanûnê daxuyaniyek da û ev bang li hikumet û meclîsa Elman kir: “Operasyonên El Enfalê ku yek ji bûyerên herî giran ên dîrokê ye, divê weke qirkirinê bê naskirin û hikumeta Elman, ji bo ronîkirina vî sûcê li dijî mirovahiyê yê ku Şîrketên Elman jî ji bo berjewendiyên xwe tevlî bûn, çi jê tê bike. Ji bo mexdûrên qirkirinê, bi derengî jî be bi vî rengî edalet dikare bê bicihanîn.”
5 WELATAN ENFAL WEKE QIRKIRINÊ NAS KIRINE
Operasyonên Enfalê ku di 12’ê Adara 1986’an de dest pê kirin û di 7’ê Hezîrana 1989’an bi dawî bûn, li gorî çavkaniyên Başûrê Kurdistanê bûn sedema mirina 182 hezar kesî. Heta niha Swêd, Norwêc, Koreya Başûr û Îngilistanê Enfal weke qirkirinê nas kirine.