Wezîrê Karê Derve yê rejîma Talîbanê Emîr Han Mûttakî li Dohayê ya ku paytexta Katarê ye civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir wê vê Sêşemê bi nûnerên YE re rûnên. Mûttakî got  “Wê bi nûnerên welatên din re jî civînên me yên erênî pêk werin.”

Rayedarê Efgan got “Em dixwazin bi hemû dinyayê re têkiliyên me yên erênî hebe. Em ji têkiliyên bi hevseng bawer dikin. Li gorî me wê têkiliyên wisa karibe Efganistanê ji bêîstîkrariyê rizgar bike.”

Berdevkê YE Nabîla Massralî jî diyar kir wê hevdîtin li Dohayê were kirin û nûnerên DYE jî di nav de cih bigire.

Massralî got “Ev ne hevdîtineke fermî ye. Ne li ser esasê naskirina hikumeta demdemî ya Efganistanê ye.”

Li gorî berdevk wê civîn li ser azadiya gerê ya ku kesên dixwazin ji Efganistanê derkevin, alîkariya mirovî, mafên jinan be.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya YE Josep Borrel jî diyar kir YE hewl dide ‘hilweşandina’ Efganistanê asteng bike û got “Nabe ku em bi tenê temaşe bikin. Divê em zend û bendên xwe badin.”

Rejîma nû ya Efganistanê di meha Tebaxê de bû desthilatar. Hê tu welatekî hikumeta nû nas nekir. Li hemberî rîska ku wê krîzeke mezin a mirovî pêk were, têkiliyên dîplomatîk zêde bû.

Hefteya borî rayedarên Talîbanê li Dohayê bi rayedarên Emerîkayê re rûniştibûn. Di heman demê de rayedarên Talîbanê li Kabîlê bi peywirdarê taybet ê Kralîyeta Yekgirtî Sîmon Gass re jî rûniştibûn.

Berdevkekî Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê jî diyar kiribû heyeteke Elman roja Duşemê li Dohayê bi rayedarên Talîbanê re rûniştine.