Rojnamevanan xwest civaka navneweyî rê li ber êrîşên dewleta tirk bigire.
23’ê tebaxê li ser rêya Qamişlo û Amûdê, balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker wesayîteke karmendên Jin TV bombebaran kir.
Di encama êrişê de karmendê ragihandina Jin TV Necmedîn Feysel Hec şehîd bû û nuçegihana Jin TV Delîla Egîd jî birîndarbû.
Navenda Metro ya li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina mafên rojnamegeran daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ne cara yekeme dewleta Tirk bi balafiran êrişê ser sivîlan dike û bi bi bîr xist ku;
“Di 13’ê Cotmeha 2019’an de karwanek wesayîtên sivîl li Serêkaniyê bombebaran kiribû, di wê êrişê de 11 kes şehîd bibûn û 74 kes jî birîndar bibûn. Di wê êrişê de jî nûçegihanê ANF’ê Seîd Ehmed şehîd bibû û heft rojnamevanên din ku di nav wan de biyanî jî hebûn, birîndar bibûn.”
Navendê xwest civaka navneteweyî riya êrîşên dewleta tirk bigire.
*Endamên jin ên çapemeniya azad a Mexmûrê jî bi heman mebestê daxuyaniyeke şermezarkirinê da.
Berîvan Tunç daxuyanî xwend û got:
“Hevalên me yên nûçegihan dema li ser erka xwe bûn hatin armanc girtin. Ev jî tirsa dewleta Tirk a li hemberî pênûs, kemeraya xebatkarên jin dide diyar kirin. Endamên çapemeniyê yên ku niha destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi raya giştî re parve dikin dibin hedefa êrişên dewleta Tirk dagirker. Dixwazin bi van êrişan çavê endamên çapemeniyê bi tirsînin. Lê bila baş bizanîn wê me bi van êrişan nikaribin me ji karê me dûr bixin.”
* Platforma Jinên Rojnamevan a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firtê (DFG) bi daxuyaniyke hevpar êrîşa dewleta Tirk a li dijî xebatkarên Jin TV şermezar kirin û gotin,
“Bi van êrişan dewleta Tirk peyman û zagonên navneteweyî yên Mafên Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dike. Divê sazî û dezgehên mafên mirovan û yên çapemeniya navneteweyî li dijî van êrişana xwe ker û lal nekin. Bila baş bê zanîn ku bi operasyon, kuştin, zext, zordestî, êriş û îşkenceyê ew ê tu carî nikaribin serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin.”