Dewleta Tirk li Dêrikê 4 wesaît kir hedef.
Derbarê êrişên dewleta Tirk de, Ajansa Hewarê Anha agahî da.
Li gorî agahiyên ANHA, balafirên şer ên dewleta Tirk li bajarê Dêrikê 3 erebe kirin hedef
2 ji wan diketina bajêr de û yek jî li derdora bajarokê Xana Serî kirin hedef.
Balafiran wesaîta Çarê jî li gundê Wankê yê girêdayî Derîkê bû hedef.
Hat zanîn ji ber êrişan şehîd û birîndar hene.
Navê 3 birîndarên ku hatî zelal kirin wiha ne:
Heyder Rustem (16) salî, Reşîd Salih Omer Emro (49) salî û Mihemed Emîn Îsmaîl jî (51) sali ye.