Hunermendê ji Derya Reş Kazim Koyûncû, di 19’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya bîrdarî ya Pançol a li navçeya Artwîn Hopayê hate bibîranîn.
Malbata Koyuncu, Parlamenterê CHP’î yê Rîzeyê Tahsîn Ocakli û şaredarên Findikli, Hopa, Kemalpaşa, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevli bîranînê bûn.
Piştî rêzgirtinê, Şardarê Findikli Ercument Şahîn Cervatoglû axivî û got:
Heval Kazim cîhanek bi edalet û wekhev dixwest. ji bo vê jî têkoşîn kir. Em neçar in ku di riya hevalê Kazim de têkoşînê bikin.
Li ser navê malbata Kazim Koyuncu û li ser navê Mala Gel, Atakan Asilbayaxivî û got;
Ya giring xwedîderketina li fikir û armanca wî ye.
Sekna Kazim şoreşgerî bû. Stranên xwe, bi Lazî, Hemşînî û Gurcî li ser dika Newroza Amedê d gotin.
Wî jiyanek azad, wekhev ya xwişk û biratiya rast dixwest.
Çalakiyên bîranînê, bi gotûbêja alîgirên Hopaspor û Zarokên Asî Yên Behrê li Parka Şaredariya Hopayê dewam kir.