Li Serêkaniyê hêzên koalisyonê û QSD li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker duh hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de nûnerên QSD’ê diyar kirin ku eger dewleta Tirk yek bihost axa wan dagir bike wê bi awayek giştî li dijî Tirkiye yê şer bikin. 

Hevdîtina QSD û hêzên koalisyonê li ser rewşa dawî ya li ser sinorê Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bertekên hêzên QSD’ê pêk hat.

Tirkiye yê di meha dawî de 7 leşker û 8 sivîl şehîd kirin

Li ser pirsa endamên koalisyonê ya “Rewşa sinor çawane, çavdêriyên we çine?” endamê QSD’ê Şervan Qamişlo wiha got: “Dewleta tirk li ser sinorê Serêkaniyê hinek qampên ji çadiran çêkirine. Berê ji bo koçberan ev hatibûn çêkirin lê niha leşkeran li wan çadiran bicih dikin. Ji leşkeran zêdetir jî çeteyên El-Nusra û Ehrar El – Şam xistinê. Em kampên wan dibînin. Em van çeteyan nasdikin. Hinek ji wan ji vê herêmê ne. Qismek jî çeteyên DAIŞ’ê ne. Dîsa konvoyên wan ên bi wesayîtên zirxî tên û diçin. Heman demê de istasyonên şebekeyan danîne. Balafirên keşfe digerin.  Ev herêmên ku em qaldikin, cihên ku em dibînin ji bajarê Serêkaniyê heya gundê Nestelê ku sinorê me û Girê Spî ye. Ji wir û şûnde jî hene. Dîsa suîqastan dikin, hem êrîşî gel hem jî leşkeran dikin. Di vê hefteyê de du car êrîş kirine û di van êrîşan de leşkerên Erka Xweparastinê birîndar bûn. Di mehek dawî de 62 car sinor ji aliyê Tirkiye yê ve hatiye îhlalkirin. Di encama van êrîşan de 7 leşker, 8 sivîl şehîd ketine û 13 kes jî birîndar bûne.”

‘Tirkiye bi çekên NATO yê sîwqastan dike’

Endamê QSD’ê Şervan destnîşan kir ku dewleta dagirker bi çekên NATO’yê (yên suîqastê êrîş dikin û wiha axivî: “Dema ew êrîş dikin, eger kesek birîndar be an jî şehîd bikeve, em jî bi heman çekan bersiv didin. Lê em van êrîşan dirêj nakin. Eger em jî wek wan nêzîk bibin dê şerên mezin rû bidin.”

Endamên koalisyonê jî di hevdînê de bersiva pirsa fermandarê QSD Şervan Qamişlo ku got, ‘koalîsyon li ser van êrîşan çi difikire’ wiha bersiv da: “Em niha dixwazin bizanin ka çi çêdibe. Hemû mirovahiyê dît ku we çawa şerê DAIŞ’ê kir. Kêfa her kesî bi we hat. Ji bo wê hikumeta me em şandin vir ku em piştgiriya we bikin. Lê pirsa me ew e ku QSD çiqas dixwaze li herêmê aramî û aştî çêbibe?”

‘Em şer naxwazin, lê eger êrîş bikin em ê heta dawî mafê xweparastinê bikarbînin’

Endamê QSD’ê Şervan Qamişlo got ku, QSD li herêmê ji bo parastinê hatiye erkdar kirin. Hem QSD, hem jî gelê herêmê naxwaze şer çêbibe, kes naxwaze bi Tirkiyê re bikeve şerekî û wiha pêde çû: “Lê eger Tirk êrîşê me bikin, herkes ji bo parastina xwe û welatê xwe amedeye ku şer bike.” Şervan Qamişlo anî ziman ku ev 4 sale ew û koalisyon li dijî DAIŞ’ê şer dikin û gotinên xwe wiha berdewam kir:

“Me gelek şehîd dan û gelek serkeftin bi dest xist. Tişta herî hêja jî şerê me li dijî zilmê bû. Roja me ya îro de pirsgirêka me ya herî mezin dewleta Tirk û hikûmeta wê ya faşiste. Dewleta Tirk bê ku hincetekê bide nîşan welatê me dagirdike. Ev li gor zagonên navnetewî jî sucek mezine. Dewleta Tirk li Bab, Celablus, li Efrînê bi hezara gelê me şehîd kir. Niha jî dixwaze êrîşî Mimbiç û Kobanê bike. Piştî wê jî tevahî Rojava di hedefa wan de ye. Vê tiştê hertim li ser ragihandina xwe dibêjin. Eger Tirk bikevin Rojava wateya wê ji bo me şerê hebûn û nebûnê ye. Ji bo wê jî li kîjan herêma Rojava eger dewleta Tirk yek bihust axa me derbaz bike, li ku be bila bibe emê bi awayek giştî şer bidin destpêkirin, yan emê tine bin yan jî bi serbikevin. Em bê guman şerek bi vî awayî naxwazin, ji xwe hêzên koalisyonê jî li herêmê amedeye. Dewleta Tirk nuçe û raporên derew çêdike. Em dixwazin hêzên koalisyonê bişopînin û rastiyan derxin.

‘Divê hûn ji herkesî re bêjin QSD li herêmê aramî dixwaze’

Endamên koalisyonê anîn ziman ku ew dê piştgiriya QSD’ê bikin û wiha axivîn: “Em dixwazin ji bo aramiyê bigihêjin çareseriyekî. Em ê li vir bin heta DAIŞ tune bibe. Heta hûn bikaribin bi xwe karê xwe bikin. Em ne ji bo demek kurt hatine vir. Niha demek hesas heye, divê her kes bizane ka çi dibe. Ev rewşek siyasî ye. Ne ku her kes bixwaze bi keyfa xwe bike. Hêzên Ewrupa û Emerîka piştgiriya we dikin. Ji bo vê jî divê hûn jî agahdarbin. QSD ne ku şerê kesî kir, QSD’ê li hemberî DAIŞ’ê gel parast. Em leşkerin em ji bo aramiya vir şer dikin. Divê hûn jî tiştên ku çêdibin di ragihandina xwe de derxin pêş. Heman demê de ji bo me jî bêjin û bigihînin hemû mirovan. Divê hûn ji herkesi re bêjin ku QSD aramiya herêmê dixwaze.”

Piştî van nîqaşan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.