STENBOL – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan li Stenbolê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: “Em deng bidin dengê girtiyan.”  Rêxistina Partiya Herêmên Demorkatîk a Gelan (DBP) a Navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê Kongreya 1’yemîn a Awarte li avahiya xwe li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Piştî axaftinên destpêkê Aslan axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wê silav kir. Aslan da zanîn ku bi sedsalan e axa kurdan li ser vê erdnîgariyê tê dagirkirin û hemû her kes êrîşî têkoşîna azadiya kurdan dike.  Aslan bal kişand ser rola aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Şerê li herêmê bi gotinek Birêz Ocalan dê bi sekinandin. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan dixwazin erdnîgariya kurdan veguherînin erdnîgariya şer û herikîna xwînê.” Aslan anî ziman ku AKP’ê bi qasî serê derziyê ji êş kişandin û pirsgirêkên gel çareser nekiriye.  Aslan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: “Em deng bidin deng, daxwaz û qîrîna li girtîgehan.” Aslan anî ziman ku yek ji rojevên wan sereke jî ew e xwedî li Rojava derkevin û banga xwedî derketinê li her kesî kir.  Aslan got divê di hilbijartina herêmî de kurd û hemû hêzên demokrasiyê dawî li îktîdara AKP’ê ya li Stenbolê bînin.  Piştî axaftina Aslan raporên malî û xebatê hat xwendin. Di hilbijartina yek lîsteyê de Omer Yilmaz û Suheyla Çelîk bûn hevserokê rêxistina navçeyê.  Parve bike:

Sernavên din

23/12/2018
18:38Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan 
17:42Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e 
22/12/2018
09:11Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe 
21/12/2018
09:04Temellî: Tecrîd mijara herî girîng a Tirkiyeyê ye 
20/12/2018
15:48Temellî: Bila hemû hêzên derveyî welat ji Sûriyeyê vekişin 
19/12/2018
10:17Hevseroka MSD’ê Umer: Tirkiye bêyî destûra DYA’yê nikare êrîş bike 
09:07Siyasetmedar: Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê tecrîd rabe 
18/12/2018
15:39Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê