Bagera Etayê ku daket asta bayê dijwar, roja Yekşemê li gel baranê gihîşt Kubayê. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber bagerê tiştek bi kesî nehatiye û xisar nebûye.

Enstîtuya Meteorolojiyê ya Kubayê ragihand ku ba saetê bi 95 kîlometreyî diçe û li herêmên tûrîstîk jî da.

Hate ragihandin ku li rojhilatê Kubayê baraneke dijwar jî dibare. rayedarên parastina sivîl û xwecihî ji ber metirsiya lehiyê bi hezaran kes ji herêmê veguhastin.

Hate ragihandin ku berê bagerê li nîvgirava Florîdayê ye. Tê texmînkirin ku bagera Etayê wê ji Okyanûsa Atlantîkê derbas bibe, hîn dijwar bibe û veguhere bahozê.

Bagera Etayê roja Sêşemê destpêkê li peravên Karabîkê da. Piştre jî gihîşt Nîkaragûa û Hondûrasê.

Ba û barana dijwar bandor li Kosta Rîka, Panama û Salvador û Meksîkayê kir. Rayedarên eyaleta Chîapas a Meksîkayê diyar kirin ku herî kêm 20 kes ji ber bagerê mirine.

Bîlançoya herî giran jî li Gûatemalayê bû. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 150 kes mirine yan jî winda bûne.

Li Hondûrasê jî li gorî bîlançoya ku roja Şemiyê hate eşkerekirin herî kêm 23 kes ji ber lehiyê mirine.