Balafirên şer ên dewleta Tirk li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li derdora baregeheke partiya PDK’ê ya Barzanî barandin.
Li gorî nûçeya RojNewsê, balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Lêlîkanê barandin. Cihê ku bombe lê hate barandin gelekî nêzî baregeha pêşmergeyên PDK’ê ye.
Bomberdûman beriya nîvro du caran hate kirin, lê li ser encamên wê agahiyeke zelal bi dest neket.