Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acara Başaran got ji bo ku dengê jinan bilind bikin ew têdikoşin û diyar kir li hemû cîhanê dema wê ye ku jin li kuçeyan bin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acara Başaran got 1’ê Adarê li gelek bajaran bi hevdemî ew ê çalakiyan bidin destpêkirin, 5’ê Adarê wê çalakiyên resen bikin û got, ”8’ê Adarê li Tirkiyê û Kurdistanê bi saziyên jinan re li dijî van nêzîktêdayinên bêdadî ,zayendîparêz, dînîgir, nêr û mîlîtarîs ji bo ku em dahatuya xwe, keda xwe û gotina xwe biparêzin li kuçeyan, li meydanan bin.”

Kampanyaya ‘Ji bo jinan dad” ku Meclîsa Jinan a HDP’ê 10’ê Sibatê dayî destpêkirin didome. Başaran got şer, krîza aborî, tecrîd, hejarî herî pir karîgeriyê li ser jinan dike û diyar kir ew ê bibin dengê jinan.

Başaran têkilî kampanyaya ‘ji bo her kesî dad’ got bi perspektîfa ‘Ji bo jinan dad’ bername danîne, bi bîr xist ku wan 10’ê Sibatê li Enqerê kampanya dane destpêkirin û kampanya ji gelek lingan ve wê were rêvebirin.

Başaran bi berdewamî diyar kir mafê rêxistinî, têkoşîn û xweparastinê ya jinan tê darizandin lê li aliyê din sûcên dijî jinan bi cezanekirinê tê xelatkirin, weke ‘yasaya înfazê’ bi efûyên nixumandî tundiya mêran tê rewakirin û got, ”Ev polîtîkaya cezanekirinê tê rêvebirin û bi vê halê nêraniya hatiye sokirin li nav civakê tê jiyandin. Ev rengê pergala darazê ya li ser jinê ye. Em pê dizanin ku daraz ne ji bo dadê lê li dijî muxalefetê weke rotekê tê bikaranîn. Şer, krîz herî pir karîgeriyê li ser jinan dike. Jin tim nehiqûqiyê dijîn, derdoreke wiha ne ku têne tecrîdkirin, ji jiyanê têne dûrxistin, bedena wan bixwe jî dibe cihê şer.”

Başaran bi berdewamî got hikûmeta AKP-MHP’ê tecrîda li Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê berbelav kiriye, ev kiriye rengê jiyanê û hêla vîrûsa koronayê jî ji xwe re weke fersend ditiye. Başaran got, ”Li ser jiyan, dahatu, azadiya jinan tecrîdeke giran hatiye danîn. Ev bi rengê şer, koçberî, hejarî û zindanan vedigere. Girtî li dijî vê tecrîda nehiqûqî û ne meşrû ketine grêva birçîbûnê. Ev jî parçeyek ji kampanyaya me ye; em ê nîşan bidin bê ka tecrîd çawa bandorê li ser jinan dike û bibin dengê girtiyên siyasî. Ji ber pergala hevseroktiyê gelek hevalên me li zindanê girtîn e. Mînaka vê ya herî baş Şevîn Alaca ye, dosyaya wê tenê di ser krîmînalîzekirina hevseroktiyê hatiye danîn. ”

Başaran her wiha got 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ew ê li qadan bin, di vê pêvajoyê de li dijî her cure nedadiyê ew ê bibêjin, ”Ji bo jinan dad” û got, ”Ji bo ku deng û gotina jinan em bilind bikin em têdikoişn. 8’ê Adarê nêzîk dibe, ji bo hemû jinên cîhnaê dema wê ye ku li kuçeyna bin. Em Meclîsa Jinan a HDP’ê 1’ê Adarê li gelek bajaran bi hevdemî em ê çalakiyan bidin destpêkirin. 5’ê Adarê em Meclîsa Jinan a HDP’ê em ê çalakiyên resen bikin. 8’ê Adarê bi saziyên Kurdistanê û Tirkiyê yên jinan re li dij3i nêzîktêdayina nedadî, zayendîparêz, dînîgir, nêr û milîtatîst em ê dahatuya xwe, keda xwe, gotina xwe biparêzin û ji bo vê jî li qadan û meydanan bin. Em ê serhildana xwe geş bikin. Vê 8’ê Adarê em ê dîsa biqêrin ku têkoşîna me wê bi ser bikeve.”