Operasyona leşkerî ya di 18’ê Hezîranê de li Herêma Mawa, gundê Xirbêkurê hatibû destpêkirin û heta bi bejahiya navçeya Kercewsê belav bû, dewam dike.
Piştî operasyonê, Walîtiya Êlihê ve heta 3ê Tîrmehê ketin û derketina ji herêma operasyonê qedexe kir.
Piştî qedexeya walîtiyê, balafirên şer yên dewleta Tirk, derdora gundê Xirbêkûrê bombarduman kirin.
Ji sedema baombarduman giran, xaniyên gundiyan deristin û wesaîtek hate parçekirin.
Dorpêça leşkeran ya li gund jî dewam dike û gundî nikarin biçin nava bax û baxçeyên xwe.