Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê El Hewîc ê Girê Spî avêtin ser malekê û sivîlek birîndar kirin û revandin.
Li deverên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, zilma li sivîlan dewam dike. Dagirkeran doh êvarê saet di 18:00 de avêtin ser mala Salîh Yasîn Şîblî yê li gundê El Hewîc ê li Girê Spî.
Çeteyan di dema serdegirtinê de Salîh birîndar kirin û revandin. Nehate zanîn ku bi ku ve birine.