img

ERZIROM – Li Tatos, di serdegirtina malan de, ji 3 kesên hatibûn binçavkirin Mehtap Demîrkaya hat girtin.  Li navçeya Tatos a Erziromê, di serdegirtinên malan ên 14’ê Adarê de, Mehtap Demîrkaya, Abdulhadîn Eser û Tarik Polat hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna 3 kesan li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû duh sewqî edeliyê hatin kirin.   3 kesên bi hinceta parvekirinên medaya civakî îfade dan dozger, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê Eser û Polat bi şertê kontrola edlî serbest berdan û Demîrkaya jî bi heman îdîaya girt û sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê kir.