Di çarçoweya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê cotmeha 2023’yan li qada navneteweyî de dest pê kir, li Tirkiye, Kurdistan û gelek deverên din ên cîhanê çalakî û aktîvîteyên cuda tên organîzekirin.
Bi hezaran girtiyên li 104 girtîgehên tirk ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger di 27’ê mijdarê tev li kampanyayê bûn.
Berdevkê Platforma ji ‘Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku kampanya destpêkeke û girîngiya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan destnîşan kir.
Hatip Dicle anî ziman ku xebatên têkildarî kampanyayê bênavber didomin, di vê çarçoveyê de meş, mitîng, ciwan û konferansên jinan tên kirin û da zanîn û got: Dê bi xebatên dîplomatîk û siyasî “pêngav” were berfirehkirin û di demeke nêzîk de şandeyeke ji parlamenter, hiqûqnas û zanyaran li ser mijarê serdana Tirkiyeyê bikin.
Siyasetmedarê kurd Dîcle bal kişand ser rola welatên rojavayê cîhanê ya di kûrkirina polîtîkayên tecrîdê de û got:
“Welatên rojavayê cîhanê heta niha jî li dijî polîtîkayên tecrîdê nakevin dewrê û dibin hevkarên sûc. Gotina ‘Tirkiye tenê ji bo min gardiyantiyê dike’ ya Abdullah Ocalan a li ser komployê, vê rastiyê nîşan dide. Heke Parlamentoya Ewropayê yan jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bibêje, ‘Emê Tirkiyeyê derxînin’, Tirkiye wê nikaribe vê tecrîdê bidomîne.”
Hatip Dicle destnîşan kir ku paradigmaya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan a li dijî feraseta hişk a netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn ji bo gelan girîng e, aştiya Rojhilata Navîn Adullah Ocalan e.
Berdevekê Platforma ‘Ji Adullah Ocalan re azadî’ Hatip Dicle her wiha bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan 27’ê mijdarê dest pê kir ku parçeyek ji “Pêngava Azadiyê ye” û got:
“Em hêvî dikin ku dewleta tirk vê carê hesasiyeteke pêwîst nîşan bide. Em bi hev re dikarin serbikevin. Em dikarin Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad bikin.”