Emced Osman destnîşan kir ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê ji DAIŞ`ê xeternaktir e û got: “Divê hêzên navneteweyî li hember hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesteke zelal nîşan bidin.”

Berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emced Osman ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo parastina deskeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê hêzên navneteweyî piştgiriya parastina van herêman bikin.”

Emced Osman serkeftinên QSD ê bi serkeftinên dîrokî pênasê kirin û wiha axivî: “Têkçûna DAIŞ’ê deskeftiyeke mezin e. Gelek alî wekî Tirkiyê gefan li van deskeftiyan dixwin, hedef dikin ku serkeftinên QSD hilweşînin.  Divê di aliyên siyasî de ev destkeftî bên parastin. Serkeftinên QSD’ê pêwîst e bikevin xizmeta çareseriya pirsgirêka Sûriyê. Çareseriya pirsgirêka Sûriyê bê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser nakeve. Heta niha gelek civîn û rûniştin têkildarî çareseriya Sûriyê çêbûne lê ji ber ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wan civînan de tune bûn, tu encam nehat girtin. Heger hin jî vîna gelê herêmê di çareseriyê de neyê dîtin, wê pirsgirêkên Sûriyê mezintir bibin.”

‘Têkçûna DAIŞ’ê bi giştî  ji Sûriyê re serkeftinek e’

Osman anî ziman ku bi têkçûna DAIŞ’ê re gelek dewletan QSD pîroz kiriye lê hin dewlet wekî rejîma Sûriyê tu helwest nîşan nedane. Osman diyar kir ku têkçûna DAIŞ’ê ji giştî Sûriyê re serkeftinek e û got: “Hêza ku DAIŞ têk bir, QSD ye. Pêwîst e hemû dewlet vê serkeftinê bibînin.  Îro ev serkeftin di encama dayîna 11 hezar şehîdan de pêk hatiye.  Divê tu dewlet vê serkeftinê biçûk nebînin. Destkeftiyên ku vîna gelan û hêzên QSD’ê bi dest xistine, di pêşarojê de wê cih bigirin. Em bi yekitî û nenavendiya Sûriyê re ne. Dewletên ku li dijî yekitiyê disekinin, parçebûna Sûriyê dixwazin. Em ji bo nîqaşan amade ne.”

‘Xetereya esas piştgiriya dewletan ji DAIŞ’ê re ye’

Osman diyar kir ku cudahiya komên çete yên li Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê ji çeteyên DAIŞ’ê tune ye û got: “Divê hêzên navneteweyî ji hebûna çeteyan li van herêman de helwesteke zelal bidin. Xetereya esas hêzên ku piştgiriya DAIŞ’ê û çeteyên bi navên cuda dikin. Heta ku dewletên wekî Tirkiyê piştgiriya çeteyan bikin, îhtîmalên ji nû ve avakirina çeteyan hene. Cerablus, Efrîn, Idlib di bin destê Tirkiyê de ye. Li ber çavê hemû cîhanê jenosîd li Efrînê tê meşandin. Dewleta Tirk siyaseteke dagirkeriyê di herêmê de eşkere dide meşandin lê mixabin heya niha tu hêzên navneteweyî helwesteke tund diyar nekiriye.”

‘Tirkiye ji DAIŞ’ê xeternaktir e’

Berdevkê MSD`ê bi bîr xist ku gefên gelek mezin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û ev tişt got: “Gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re jî xetere ye. Çawa DAIŞ bi rengên cuda gef diavêtin dewletan, niha jî Tirkiye bi siyaseta xwe re gefan diavêje. Gefên Tirkiyê ji DAIŞ’ê xeternaktir in. Armanca Tirkiyê bi dagirkeriya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hemû Rojhilata Navîn dagir bike. Ji bo pêşî li van aramancan bê girtin, divê hêzên navneteweyî piştgiriya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”

Hêzên Sûriyê Demokratîk di 23`ê Adarê de têkçûna DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê ragihand.

ANHA