Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) li bajarê Zûgê yê Swîsreyê hatin ba hev û ji bo ku bêhiqûqiya sîstema tecrîda li Îmraliyê bidin bihîstin û paradîgmaya Rêber Apo bigihînin mirovan, stand danîn.

Di çalakiyê de ji bo danasîna paradîgmaya rêber Apo broşur hatin amadekirin û nîqaş hatin kirin.

Çalakvanan di daxuyaniya dayîn de, destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo ew ê têkoşînê geş bikin û îdeolojiya wî li hemû cîhanê belav bikin.