Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen got, bi hezaran girtiyên ku li derveyî qanûna înfazê hatine hiştin û di nava lepên şewbê de ne, ji bo jiyanê li ber xwe didin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen diyar kir, ku tevdîên li girtîgehan li dijî şewbê hatine girtin têrker nînin û li girtîgehan hîn jî rîskeke mezin heye.

Çevîrmen ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku hişyarî û pêşniyarên wan ji nedîtî ve tên û got, “Tevdîrên bi têrkerî nehatine wergirtin. Wezareta Edaletê û dozgeriyan jî ragihandin ku li gelek girtîgehan mirov bi vîrûsê ketine.”

Çevîrmen agahiyên ku malbatan, parêzeran û hin rêxistinên civakî yên sivîl ji wan re ragihandine parve kir û anî ziman, gardiyan di dema lêgerîna li koxûşan û belavkirina xwarinê de maske û lepikan bi kar nînin; girtî jî nikarin lepik û maskeyan peyda bikin. Çevîrmen diyar kir, tenê sabûn û dermanê şuştina kincan dane girtiyan û got, “Xwarina li girtîgehan jî gelekî kêm bûye, rojê du caran û kêm didin. Ev jî pergala xweparastinê ya bedena mirovan lawaz dike. Agahî nayê dayin ku çend gardiyan bi vîrûsa Covîd-19 ketine.”

Çevîrmen bi bîr xist ku wan gelek caran anîne ziman ku girtîgeh devera herî bi pirsgirêk û zehmet e û got, “Ji ber ku ne ew dever in ku îzolasyona civakî lê bê kirin. Koxûş qelebalix in; li şûna 6 kesî 15 kes dimînin. Nikarin ji derfetên paqijiyê sûdê werbigirin, av û malzemeyên paqijiyê zû bi zû bi destê wan nakeve. Bi têrkerî nikarin xwarinê bixwin, her wiha gelek nexweşî li girtiyan der bûne. Hin girtiyên nexweş e hene ku divê bi rêk û pêk biçin nexweşxaneyan.”

‘QANÛNA ÎNFAZÊ NEWEKHEV E’

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku girtî hemû nikarin bi rengekî wekhev ji qanûna înfazê sûdê werbigirin û got, “Ne qanûneke ku di encama hevdîtina bi rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûqnas û partiyên siyasî de hatiye amadekirin. Yên di çarçoveya TMK de ne, mirovên ku bi tweetekê yan jî bi çend gotinan xwe îfade kirine, her wiha rojnamevan, siyasetmedar, şaredar yanî bi hezaran mirovê ji ber nêrîna xwe ya polîtîk girtî ne. Mirovên ku ji 65 salî mezintir in û girtiyên nexweş hene ku bi rengekî cihêkar li girtîgehan tên hiştin. Bi hezaran girtî ji bo karibin bijîn li ber xwe didin. Guhertineke qanûnî ya newekhev û neadîl hatiye kirin.”