Li Konyayê mêrekê jina bi navê Nûriye Unver qetil kir, li Qeyseriyê jî jinek ji ber tundiya mêr birîndar bû.

Li Kolana 745 a Taxa Ahî Evran a navçeya Kocasinan a Qeyseriyê, jina bi navê O.C a ji ber tundiya hevjînê xwe yê bi navê Y.O ji malê hatibû dûrxistin, dema xwest ji malê derkeve, ji şibakeya malê ji bilindahiya 3 qatiyê kete xwarê. C.O rakirin servîsa lezgîn a Fakûlteya Tiba Zanîngaha Erciyesê.

Li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê jî Nûriye Unver ji aliyê mêrê bi navê Alî Rifaî Unver ve li mala bavê wê qetil kir.