Di rûniştina 6’an a ‘Kongreya  Krîza Şaristanî û Rêya ber bi Şariştaniya Demokratîk ve li Rojhilata Navîn’ de hate ragihandin ku kilîla çareseriya krîza Rojhilata Navîn projeya konfederalîzma demokartîk û fîkrên Ocalan e.

Di  rûniştina şeşemîn a dawî ya “Kongreya Krîza Şaristanî û Rêya ber bi Şaristaniya Demokratîk li Rojhilata Navîn” de semînerabi navê “Derbarê Rojhilata Navîn de perspektîvên pêşerojê” hate dayîn. Semîner ji du beşan pêk tê. Yek: Konfederaliya Neteweyên Demokratîk li Rojhilata Navîn. Dudu: Projeya Sûriyeya Demokratîk û rola kurdan di avakirina Sûriyeya Pêşerojê de.

Beşê yekem ê semînerê ji aliyê endizyar û çalakvana hiqûqa mafê jinan Havîn Guneşer ve hate dayîn. Havîn Guneşer yek ji berdevkên fermî yên insyatîfa navdewletî ya “Azadî ji Ocalan re û aştî ji Kurdistanê re” ye.

Guneşer  di destpêka semînerê de got: “Divê em li destpêkên ewil ên şarestaniyê vegerin û krîza sîstemên civakî û ekolojîkî lêkolîn bikin.  Her çendî hîmên hakim li ser civakê ji mirov dûr bikeve ji xwaza jî dûr dikeve, ev diyarde di nav hev de ye û civak di cewherê de xwe deyardeyeke ekolojî ye.”

Guneşer wiha domand; “Ti pergaleke civakî çi be kîjan be heger bi xwaze re nebe eleqedar nikare nirxên xwe yên exlaqî û heqîqeta hebûna xwe biparêze. Ji ber vê yekê sîstemên civakî yên ku nirxên wê yên exlaqî û hebûna wê bi xwaze û ekolojiyayê re di nava nakokiyan de be têne derbaskirin. Ev yek jî têkiliyeke diyalîtîk di navbera fewdaya hawirdorê ya ku sîstema civakî ya kapîtalîzmê tê re derbas be û karîsetên xwezayî ku li hemberî tê tê diyar dibe de ye. Çareserkirina vê yekê bi derbaskirina nakokiyên bingehîn ên bi xweza re pêkan e.

Civak ji zanista ekolojî re xizan e, zanebûna ekolojî di bingehê xwe de zanebûna ekolojî ye, mîna pira di navbera exlaq û felsefê de ye. Derbaskirina krîza serdemê û gihiştina ber bi sîstemeke civakî dirust bi pêkanîna siyaseteke xwedî hin taybetmendiyên ekolojî pêkan e.

Têgeha desthilatdariya mêrê serdest- dewletî roleke mezin di neçareserkirina pirsgirêka azadiya jinê de di heman demê de pirsgirêka ekolojî û pirsigrêkên jiyanî dilîze,. Li aliyekî din pêşketina tevgerên feminist û ekolojî re sîstema mêrêserdest ya dewletê hevsengiya xwe winda kir.

Guneşer hin gotinên Ocalan ên der barê niştimaniya demokratîk bi bîr xist û wiha domand: “Niştimaniya demokratîk ji niştimaniya dewletê cuda ye. Ji bo vê yekê pêwîstî bi gotûbêjkirineke dirust ji teoriyê re heye. Têgeh û saziyên konfederaliyê tê wateya niştimaniya demokratîk. Niştimaniya demokratîk tê wateya demokratîkbûyîna gel. Rojhilata Navîn dikare vê projeyê  pêk bîne. Mîna ku niha li Ewrûpayê.

Konfederaliya demorkatîk çareseriya herî guncaw ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanî re ye, Konfederaliya demokrtîk tê wateya rêxistina netew ya bêyî dewletê ye, rêxistinkirina kêmnetew, çand, bawerî, her wiha rêxistinkirina zayînê û hwd e.”

Guneşer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sûriya dewleteke netewî bi tirs e, Îran xwedî neteweke şîî ye, lihevkirinên Tirkiyê, Amerîka û Îsraîlê xeter in, konfederaliya Kurdî zemîna çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

Rola Kurd di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de

Endamê Komîteya Amadekar a Destura Sûriyaya Pêşerojê ya ku ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve hatiya avakirin Ekrem Hiso sermînerek bi navê “Rola Kurdan di avakirina pêşeroja Sûriyê de” da.

Hiso wiha dest bi semînerê kir: “Sûriyê ne mîna welatên din ên Rojhilata Navîn bû. Sûriyê ji destpêkê ve ango piştî peymana Sayks Picot wekî dewleteke ji mazaroka rojhilata erebî û rojavayê Kurdistanê hate avakirin rewşa wê cûda bû. Ev cudahî xwe dispêre taybetmendiyên xwe yên pirrengî, ango pirrengiya mezin, bawerî, ziman, çand. Di encama vê yekê de çarenûsa gelê Kurd bi çarenûsa gelê Sûriyê yên dîtir ve hate girêdan û bû beşek ji civaka niştimanî ya Sûrî ku rastî siyasestên înkarkirin, nîjadperestî û koçberkirin.”

Hiso wiha domand; “Polîtîkayên înkarkirin û nezanebûn derheqê Kurdan û rola wan a di avakirina Sûriyê de ji aliyê sîstemên serwer ve di vê çarçoveyê de sînordar nema, lê belê û mixabin gelek rayedarên opozisyona Sûriyê ji destpêka şoreşê ve heman siyaset pêk anîn. Heya niha herdu aliyan jî kurdan li pêşberî du berbijaran hiştin, an hûnê bi me re bin û li gorî me bimeşin anî ji projeya we parçebûyîn e, ji bîr kirine ku kurd gelekî resen û di avakirina Sûriyê de şirîk in. Di encamên vê nezanebûn û zulam Kurd bi tevgera xwe ya niştimanî yên ku heman rewşê jiyan dikin rabûn. Gelê Kurd û bi birayên xwe yên Bakurê Sûriyê şoreşa xwe ya siyasî û aştiye dest pê kirin û di serkeftina vê yekê de bi îsrar in ji ber ku rêya xelasiyê û gihiştina ber bi Sûriyeke demokratîk azad ve ji bo hemû Sûriyan û dûrî ejnîdeyên herêmî û navdewletî.

Tevger Kurdî ya xwedî giyaneke hiştimanî rewşeke civakî, niştimanî li herêmên Rojava afrand. Şoreşa 19‘ê Tîrmeha 2012‘ê ku ji Kobanê destpê kir zemîna guhertin û bidestxistina maf û azadiyê danî. Şoreşa Rojava modêla nû ya şoreşên li herêmên Rojhilata Navîn bi taybet Sûriyê ye.”

Bi vê rûhê ku xeta sêyemîn wekî nêrîneke stratîjîk a têkoşînê hilbijart, şoreşa Rojava bi pêşengiya kurdan serkeftinên mezin qezenc kirin. her wiha di bin bangê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku 21‘ê Çileya 2014‘an de hate ragihandin sazumaniyeke nû dûrî fikrê navendî û desthilatdarî afirand. Ev rêveberî nûnertiya hemû pêkhateyan Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Çaçam  û Tirkmen dike. Di heman demê de yekitiya xaka Sûriyê mîsoger dike.”

Ekrem Hiso di dawiya semînerê de got: “Di dawiyê de û di encamên hemû fedekariyên ku gelê wekî erkeke niştimanî li hemberî welatê Sûriyê dane, Kurdên Sûriyê bûne aktorê herî girîng ji bo diyarkirina nexşeya Sûriya ya pêşerojê.”

Piştî dayîna semîneran beşdaran mûdaxeleyên xwe anîn ziman. Li gorî hin mûdaxeleyan gelê kurd civakeke azad û demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê afirandin, hate gotin ev ye berhemên fikr û felsefeya Ocalan e. Her wiha hate gotin ku divê bi teqez li ser girîngiya mijara Kurd kongreyek were lidarxistin.

Piştî rûniştina şeşemîn tê payîn ku dê kongre bi encamnameyê bi dawî bibe.