Polîsên Tirk li Edeneyê avêtin ser malan û zarok jî di nav de herî kêm 20 kes destgîr kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Tirk a li Edeneyê biryar da ku 23 kes bên destgîrkirin.

Polîsên Tirk jî bi vê fermanê avêtin ser malan û 20 kes destgîr kirin. Gelek ji kesên hatine destgîrkirin zarok in. Hate ragihandin ku dema polîsên Tirk avêtin ser malan sê kes jî ne li malê bûn.