Sergey Lavrov civîneke çapemeniyê li dar xist got “Her kes dizane ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn encax wê nukleer be. Lê ez dixwazim bala we bibim ser vî tiştî ku ev ne di hişê Rûsan lê di hişê welatên rojava de heye.”
Lavrov diyar kir li hemberî Moskovayê plana ‘şerekî rastîn’ tê kirin.
Rûsyayê di 24’ê Sibatê de li hemberî Ukraynayê operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin. Di serê hefteya duyemîn a vî şerî de bajarê Hersonê yê li başûrê Ukraynayê kete destê Rûsyayê.
Ligel ku şer û bomberdûman didome, wê her du alî roja Pêncşemê li ser sînorê Belarûsê ji bo muzakereyan li hev rûnên. Di rojevê de agirbest heye.
Li gorî rayedarên Ukraynayê 2 hezar kesên sivîl di vî şerî de mirine. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di hefteyekê de milyonek kesên ji Ukraynayê çûne welatên cîran.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî peyameke nû ya bi dîmen weşand û got “Vê êrişa Rûsyayê vîruseke nû ye. Ev hefteyek e ev vîrus êrişî me dike.”