Gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye.
Gundê ku ketin û derketina wê qedexe ye, di bin zext û gefa leşkerên artîşa tirk a dagirker de ye.
Şêniyên gund ê ku 15 roj in nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe av bidin, ji her tiştên xwe bêpar mane.
Serê vê sibehê dîsa leşkeran avêt ser malan. Leşkeran di malan de bi seatan lêgerîn kirin.
Gundiyên ku bi rojane bi van sepanan re rû bir û dimînin, banga hestiyariyê dikin.
Gundiyan ragihand ku leşker ji gund derneketine û dorpêçkirina wan didome.
Sedema serdegirtina malan nehat zanîn.