Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo tifaqa Êzidiyan pêk bîne û xwe bixwe birêve bibe, duh civîneke girîng li Şengalê lidarxist. Di civîna hevbeş ya sazî, partî, rêxistin, serok eşîr û rûspiyên Şengalê jî di têde amadebûn, gelek biryar hatibun girtin û hate gotin ku wan di vê civînê de bixwe rêveberiya Şengalê diyar kiriye.
Îro jî meclîsê civîna yekem ya xwe li darxist, di civînê de 3 komîte hatin diyarkirin. Komîteya yekem ya Têkiliyên ji Derve û ji 6 kesan pêktê. Ya duwem Komîteya Têkiliyên Navendî û ji 10 kesan pêktê. Herwiha Komîteya sêyem jî, Komîteya Çalakiyan bû, di nava hemû komîteyan de, hemû endamên pêkhate û aliyên Şengalê cih digrin.
Di derbarê civînê de Serokê Desteya Rêveber a Şengalê Faris Herbo axivî û got: “Piştî ku meclîs hat ava kirin, me dabû diyarkirin ku her kes dikare tevlî vê meclîsa tifaqê bibe. Îro gelek aliyên Ereb, Şîe û mezinên eşîran hatin û beşdarî vê meclîsê bûn. Di hemû komîteyên hatîn amade kirin de nûnerên Şîe, Êzidî, Ereb û endamên partiyên siyasî yên Êzidî hene.
Ev komîte bi armanca ku dest bi têkiliyên hindir û ji derve de bikin hatine ava kirin. Herwiha komîte wê Êzidiyan bîne bahev û hemû Êzidî tevlî tifaqê bibin.
Di dawiyê de Faris Herbo got: “Ev tifaq gelek girînge, ji berku piştî 4 salan cara yekem hemû pêkhateyên Şengalê li ser bingehê xalên hevbeş hatin gel hev û tifaqê kirin.”