Artêşa Tirk a dagirker top avêt gundê Burc Qes ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê. Ji ber êrîşê jinek û bavê wê bi giranî birîndar bûn.
Artêşa Tirk serê sibehê bi topan êrîşî gundê Burc Qes ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê kir.
Di êrîşê de topek li xaniyekî ket û Şahîde Nebo ya 35 salî û bavê wê Nebo Memo bi giranî birîndar bûn.
Birîndar rakirin navenda tenduristiyê ya li gundê Burc Qesê.
Artêşa Tirk a dagirker doh bi şev jî bombe li gundên Bab û Şehbayê barandibû.