Serokê Desteya Nexweşxaneya Sewrê ya Sana ya di bin kontrola Hûsiyan de ye Mutahhîr Murşîd ji televizyona el-Mesirah re axivî û got ku karsazek li Sanayê di dema belavkirina alîkariyên diravî de qelebalix derket.
Murşîd ragihand ku di qelebalixê de 78 kes mirin û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Sana Abdulhalik El-Acerî jî diyar kir ku, xebatên alîkariyê bêyî koordîneya bi Wezareta Karên Hundir re hatine kirin, ji ber vê yekê 2 karsaz hatine destgîrkirin.
Acerî destnîşan kir ku piştî ku hêzên ewlehiyê yên Sanayê çûn herêmê lêpirsîn hat destpêkirin.