Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir el Bexdadî ku di encama operasyoneke hevpar ya QSD û DYA’yê de li gundekî Îdlibê yê li ser sînorê Tirkiyeyê hate kuştin de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê hate bibîrxistin û spasiya QSD’ê hat kirin ku di têkbirina DAIŞ’ê û kuştina serçeteyê wî Baxdadî de bi roleke mezin rabuye.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê wiha ye;

“Di 3’ê Tebaxa 2014’an bi biryara serçete Bexdadî, DAIŞ’ê êrîşên qirker li ser gelê Êzidî yê Şengalê pêkanî. Di encama van êrîşên qirker de bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin revandin. Tevî ku 5 sal li ser vê êrîşê re derbas bûne jî lê hê çarenûsa bi hezaran mirovên me yên hatine revandin ne diyar e. Em kuştina serçeteyê DAIŞ’ê ji bo civaka Êzidî weke cejnekê dibînin.

Em spasiya hêzên QSD’ê dikin ku di kuştina serçete Bexdadî û têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabuye. Ji sala 2014’an heta îro tola keç û xortên me ji DAIŞ’ê hilanî.

Herkes dizane ku di avabûn û pêşxistina rêxistina DAIŞ’ê de dewleta Tirk xwedî roleke mezin e. Dewleta Tirk timî piştgirî da DAIŞ’ê. Her wiha Ebûbekir el Bexdadî jî dîsa li devereke ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye hat kuştin. Ev yek jî îspata hevkariya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ye. Em bang li hemu civaka Êzidî dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.”