SÊRT – Namzetên HDP’ê yê Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar bang li hilbijêran kirin û gotin: “Em xwedî li vîna xwe û pêşeroja xwe derkevin û di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan.” Ji hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê re du roj man. Namzetên HDP’ê yên Şaredariay Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar, bang li gel kirin ku di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe û pêşeroja xwe derkevin. ‘EM DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN’ Namzet Berîvan Helen Işik, diyar kir ku nêzî 2 meh in ew ê bênavber dixebitin û ew ê di 31’ê Adarê de tevî gel govena serketinê bigerînin. Işik, bilêv kir ku ew mal bi mal digerin û heta niha wan xwe gihandiye bi deh hezaran kesî. Işik, anî ziman ku di dema xebatê de ew bi coş û eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin û got: “Em di 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe û pêşeroja xwe derkevin û dengê xwe bi kar bînn.” ‘WÊ GEL BERSIVÊ BIDE’ Işik, anî ziman ku Sêrt bajarekî kozmopolît e û bal kişand ser êrîşa çekdarî ya li hemberî buroya hilbijartinê ya HDP’ê. Işik, diyar kir ku sedema vê êrîş e ew ku wan bitrsînin û bitepisînin, lê belê li dijî van êrîşan gel bêtir xwedî li partiya xwe derketiye û bersiv daye. Işik, anî ziman wê roja hilbijartinê hema bêje ew ê li ser hemû sindoqan peywirdar bin, lê belê niha hejmara muşahidên wan kêm e û ji gel xwest ku xwedî li sindoqan derkevin. ‘WÊ GEL QEYÛMAN BIŞÎNE’ Namzet Resûl Kaçar jî, destnîşan kir ku ew ê bi awayekî xurt xwedî li vîna xwe derkevin û got: “Wê gel xwedî li vîna xwe derkeve. Wê bi vîna xwe qeyûman bişîne.” ‘WÊ GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’ Kaçar, bal kişand ser mîtînga Sêrtê û diyar kir ku girseyeke pir qelebalix hebûye û got: “Tevî hemû çewisandin, pêkanînên tepisandin û derûniyî jî gel roja mîtîngê bi beşdarbûyîneke mezin bersiv da. Ev jî tê wateya; hûn çi dikin bikin, em ê dîsa jî xwedî li vîna xwe derkevin. Şaredarî ya me ye. Em qeyûm naxwazin. Bi dengekî gelek tişt diguherin. Ji bo xwedîderketina li pêşeroj û vîna xwe pir girîng e. Em bang li hemû hilbijêrên xwe yên li derveyî bajêr dikin. Werin em bi hev re ji bo pêşeroja xwe, ji bo bajarê xwe em xwedî li dengên xwe derkevin.” Parve bike:
Namzetên HDP’ê yên Sêrtê: Ji bo pêşeroja xwe em biçin ser sindoqan
