Îro Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşger ê Îranê Lîwaa Hisên Selamî gef li serokê Amerîkayê Donald Trump xwar û got wan soza tohildana general Qasim Suleymanî daye û vegera vê yekê tune ye.
Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku di merasîma sibehê ya hevbeş a Desteya Fermandariya Giştî ya Pasdaran de Lîwaa Hisên Selamî da zanîn ku bila birêz Trump gumana tolhildana wan neke, ji ber biryar wê dane û vegera li ser vê yekê tune ye û ew ê bi xurtî jî tolê hilînin.
Hisên Selamî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em kesên destên wan di şehadeta fermandarê mezin û general Hec Qasim Suleymanî de hebe çi rasterast çi nerasterast be dikin armanc. Gelo ji we ye ku em li başûrê Afrîqiyayê li hemberî biryarê xwe yê şehîd, jineke balyoz dikin armanc?”
Lîwaa Selamî diyar kir ku divê amerîkî zanibin ku ew ê çi kesên destên wan di sûqaskirina general Suleymanî de hebe bikin armanc, heke yekî îranî bê hedefgirtin dê Îran bersiveke xurt bide, ev gef ne tenê di asta gotinan de ne, lê cidî ne û ew her tiştî ji qadê re dihêlin.
(eh)
ANHA