Abdullah OCALAN
Îro dema ku em vedigerin li rabihuriyê dinêrin, em bêhtir dikarin atmosfera bîrbirinê û şertên em birin îlana PKK’ê bi awayekî rastî şîrove bikin. Berî ku em şîroveya xwe ya di vî warî de bikin, ez dixwazim şêweyê fikrê yê xwe disipêre cihêkirina obje-sûbje hinekî din hûrûkûr binirxînim û wê ev yek mijara me jî bêhtir zelal bike. Me berê anîbû ziman ku ev şêweyê fikrê di mezinbûna hegemonya kapîtalîst a Ewrûpaya Rojava de bi roleke bingehîn rabûye. Sîstema şaristaniyê xwe bi sêberiya bajar-çîn-dewletê îfade dike û xwe disipêre têgîna xweda-evd a ji hev cihêkirî ku pê dabeþkirina bi kok a civakê rewa dike û bi şîroveya herî zelal a cihêkirina obje-sûbje ya şaristaniya Ewrûpayê gihiştiye asta xwe ya herî mezin. Têgîna obje-sûbje têgîna bingehîn a sîstema şaristaniyê ye. Ev cihêkirin derfet û îmkan dide modernîteya kapîtalîst û bi wê gihişt şîroveya xwe ya herî pêşketî.
Tê zanîn, felsefeya xwe disipêre têgîna obje-sûbje di qada heqîqetê de rê li ber bûyerên mezin vekiriye. Di pêkhatina bîrbirina heqîqetê de felsefeya qala wê tê kirin gelekî rê kudand û vê jî hegemonya kapîtalîzma Rojava li nava dinyayê pêk anî. Divê mirov ji bîr neke ku her sîstema hemdem têgihiştina li heqîqetê ya di dema xwe de hewl dide bike sereke. Li derveyî têgihiştina li heqîqetê ti rêbaz şensê xwe yê serketina mayînde nîne. Sîstema şaristaniyê ya têgihiştina wê ya li heqîqetê gelekî zêde ye, herwisa bi qasî vê hêza xwe, xwe hegemonîk dike, lê bi tenê sîstemên têgihiştina wan li heqîqetê ji wê zêdetir dikarin jê bibihurin. Sîstema şaristaniyê ya li Ewrûpaya Rojava mezin bû, hêmana bingehîn a ew li nava dinyayê hegemonîk kir, serdestiya wê ya di warê têgihiþtina li heqîqetê de ye. Ev jî bi saya cihêkirina obje-sûbjeyê pêşde bir û ew kir felsefeya xwe ya bingehîn (Descartes). Xusûsa divê mirov bixe ber lêpirsînê ew e, gelo ev têgîn îfadeya heqîqeta mutleq e, yan na. Analîzên di çarçoveya fizîka kuantumê de hatine kirin, îspat dikin ku mirov nikare ji sedî sed obje û sûbjeyê ji hev cihê bike. Li gorî tehlîlên dawî çavdêr û çavliser maneya xwe nînin. Bandorê li hev dikin. Encama derdikeve holê karekterê îzafî yê heqîqetê ye. Çawa ku objektîvîteya mutleq (materyalîzm) nîne, sûbjektîvîteya mutleq (îdealîzm) jî ne pêkan e. Heqîqet di têgihiþtina li herdu seriyan de qîmeta xwe namîne. Ew têgîna ku têgihiştina îzafî ya cihêkirina obje-sûbjeyê mutleq nake, xwediyê wan xisletan e ku herî zêde xwedî kapasîteya afirandina heqîqetê ye. Jixwe di bingehê şoreşa fizîkê ya Albert Einstein de têgîna îzafiyetê heye ku pê şîroveya der barê heqîqetê de dike. Ango derketibû holê ku modernîteya kapîtalîst a xwe sipartibû cihêkirina obje-sûbjeyê ne xwedî nirxekî mutleq bû û diviyabû mirov jê bibihurin. Ji şîroveya K. Marks a der barê kapîtalîzmê de bêhtir, bi şîroveya Albert Einstein a der barê heqîqetê de derket holê ku divê mirov ji kapîtalîzmê bibihurin. Ji ber ku felsefeya materyalîst a xweza, civak û dîrokê ya K. Marks û F. Engels ji cihêkirina obje-sûbjeyê nikarîbû bibihure mirovê wê yê azad mumkîn nebû. Ya rastî, hewldanên wê yên di vî warî de qîm nekirine. Talana hawîrdorê û hilweşîna civakê girêdayî hêza pêkanîn û maneya têgîna obje-sûbjeyê li cem kapîtalîzmê ye. Li gorî ku jiyaneke bê hawîrdor û civakê ne pêkan e, û eger em ji bo dewamkirina jiyana mirov ji ya xwe nayên xwarê, divê em ji kapîtalîzmê bibihurin. Felsefeya îzafiyetê ya cihêkirina obje-sûbjeyê mutleq nake derfet û îmkan dide da ku mirov ji kapîtalîzmê bibihure.
Dema ku me ber bi avakirina PKK’ê ve gav avêt, me û min gelekî hewl da ku bi xeta sosyalîzma zanistî ya Marksîzmê ve girêdayî bimînin. Eger sosyalîzma pêkhatî nebûya, belkî jî rêxistineke bi awayê PKK’ê çênebûya. Lê ev rastî nayê wê maneyê ku PKK di dema derketina xwe ya holê de bi temamî pêkhatineke sosyalîzma pêkhatî bû. Herçiqasî gelekî ketibe bin bandora wê jî mirov nikare bi temamî rastiya wê bi sosyalîzma pêkhatî rave bike. Li vir ji bo ku em karibin şîroveyeke rast bikin, divê em li têgînên îzafiyet û cudabûnê binêrin. Hê jî tê bîra min; ji ber cihêkirina obje-sûbje ya di sosyalîzma pêkhatî de, ez jî ji bo avakirina PKK’ê li zemînê maddî û li şîroveya materyalîst digeriyam. Ji ber ku ev lêgerîn weke pîvaneke bivênevê bû. Li cem Kurdan, li Kurdistanê diyardeyên dişibiyan çîna karker hebûn. Bûrjûwabûyîn dihat hiskirin. Ji bo aliyê reel van diyardeyan qîm û têrê dikir. Lê rast nîne ku ez bibêjim, em bi temamî ji vê piştrast bûn. Me ev li gorî pîvanê qebûl kiribû. Wexta ku wisa dibû, min xwe û me xwe bi temamî bi awayekî dogmatîk li şêwazê xwezayî yê herikîna jiyanê nedigirt. Her ku biçûya wê ev aliyê me bi pêş biketa û vê yekê wê cudahiya me ji yên din diyar bikira.
Her tim tehlûke heye ku pîvan mirov bibin dogmatîzmê. Li ser me jî bandora dogmatîzmê demeke dirêj dewam kir û hê jî mirov nikare bandora wê piçûk bibîne. Lê ji ber ku bi sînor be jî deriyên me li îzafiyetê vekirî bûn, vê yekê em ji tehlûkeyên dogmatîzmê diparastin. Mirov felsefeya îzafiyetê bi temamî ji para obje-sûbje ya di heqîqetê de mehrûm neke û li ser bingehê dijberiyê firsendê nede mutleqiyetekê û bi kar bîne, mirov dikare xwe bigihîne şîroveya herî mezin a heqîqetê û di her şert û mercê krîtîk de mirov dikare serî li wê bide û ji bo serketinê gav biavêje û ji bo mirov azad bibe derfet û îmkanan bibîne. Eger em îro li rabihuriyê vedigerin û hewl didin PKK’ê ji nû ve şîrove bikin, ev bi saya veguherîna felsefî ye ku cihêkirina obje-sûbjeyê mutleq nake û bi îhtîmam hewl dide xwe jî mutleq neke. Divê mirov veguherîna felsefî ya ji cihêkirina obje-sûbjeyê dibihure, piçûk nebîne. Bêyî ku mirov bi ber bayê postmodernîst bikeve, yên Marksîst jî di navê de divê mirov ji tevahiya versiyonên şîroveyên felsefê yên di bingehê modernîteya kapîtalîst de bibihure û ev tê wê maneyê ku şoreşa herî mezin a fikrê pêk tê. Bêguman em hê li serê vê şoreşa fikrê ne. Lê dîsa jî mirov nikare encamên pratîk ên vê şoreşê piçûk bibîne. Di vê çarçoveyê de mirov PKK’ê ji nû ve şîrove bike, mirov tespît bike ku di serê salên 1970’î de xwe sipartiye kîjan hêmanên çanda maddî û şertên kîjan dinyayê, dîsa di heman demê de bi kîjan formên bingehîn ên bîrbirin, rêxistin û çalakiyê rabûye û kîjan çanda manewî kiriye bingehê xwe; tespîtkirina van hemûyan ne bi tenê wê bibe sedem ku em Tevgera PKK’ê rast nas bikin, em ê rola wê ya roja me ya îro jî bêhtir zelal bikin.
Ji Parêznameya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ (Pirtûka 5’emîn)